Kurdî çi ye?

Kurd bi giranî ji sedsala 19’an vir de ji bo mafên xwe yên netewî têdikoşin, xwîn û xwîdana xwe tevlî hev dikin û dirijînin. Lê heta ev çend salên dawîn, ew di warê ziman de pir tişt nekirin; li benda avakirina Kurdistana serbixwe sekinîn. Piştî famkirin dîtin ku di şert û mercên cihanê yên îro de dewleteke serbixwe zû bi zû ne pêkan û hêsan e, bihn û bala xwe dan ser zimanê xwe yê ji hêla wan ve heta niha paşguhkirî, sêwî hiştî.... Lê ew nizanibûn ku ziman, bi gotina wêjenas û zimannas û lêkolînvanê îngîlistanî yê bi nav û deng Samuel Jhonson( Doktor Jhonson, 1709-1784) “pîşeyek nankor e” û tu gavek jê dûr bikevî ew bi çargavî ji te direve. Dîsa ew nizanibûn ku ziman wek candarek ji candaran e û ger tu lê xwedîti nekî nikare li ser xwe bimîne; dimire diçe... Lê zimanê Kurdî herçiqas di dirêjahiya desthilatdariya kadroyên nijadperest ên komarê de derbek mezin xwaribe jî bingeha wî pirî zexm bû wenda nebû û bi nîvruhî be jî hehta roja îro hat. Xediyên wî yên tekoşer ên heta çend sal berê jî pişta xwe pê de kiribûn ji nişkave li xwe varqilîn dîtin ku êdî hew dikarin bi zimanê bav û kalan biaxivin! Bi lez û bez mil û zend badan û dest bi xebatê kirin; lê hezar heyf û mixabin ew gelek ji wan êdî nikaribûn wek mezinên berê bi zimanekî xwezayî û fesîh û letîf û bi coş û bi kêf û henekan tijî biaxivin... Belê zimanê wan ji peyvên xerîb hatibû safîkirin û bi yên kurdî hatibû xemilandin û dewlemendkirin lê giyan û mejî û şêwaz çêkirî û biyanî bû... Dersa mezin a divê mirov jê bigire ev e: Te ziman wenda kir, belê tu dikarî bi xebatek bêhempa dîsa bidestbixî; lê ew bi rewş û xemla xwe ya berê nayê... Zimanê Kurdî piştî hişmendiya van çend salên dawîn hema bêje serê xwe ji xewa mirinê rakir û hat ser hemdê xwe . Lê hê jî bi xetereyek pir mezin ve rûbirû ye. Başûr ne tê de li tevahiya parçeyan jiber tunebûna derfetên perwerdehiya bi Kurdî, jiber qedexekirina wî ya li qada fermî, jiber tengbûna bazara wî, jiber biçûkdîtin û bêrûmetkirin û şerê psîkolojîk ê dagirkeran ji hêla girseya mezin a kurdên apolîtîk ve bi têra xwe nayê bikaranîn. Bi taybetî nifşên nû yên ji gundên xwe derketine û li bajar û metropolan bi cih û war bûne di nav çend salan de xwe ji ziman dikin. Ev rewşa bêzimaniya girsehî ya kurdan çend nifş şûn ve bênasnametiyêke giran jî bi xwe re tîne. Ev “mirovên bi diruvkî, bi bejn û balan kurd, lê giyan û mejî ne tu tişt” dikin serûbinobûyina derûnî ya xwe - ev yek bi serê xwe nexweşiyek e- bi peydakirina nasnameyeke çêkirî derman bikin. Ev derman an teqlîdkirina nasname û çand û rabûn û rûniştandina netewa mêtingehkar e; an jî jiyanke ji serî heta binî bi şert û ruknên olî honandî ye... Ev nasnameya nû ya ku ew nabêjin çê yê, xerab e dixin şûna hemî kevneşopiyên netewî û herêmî yên bav û kalan, pirî caran kesayetiyeke ewqas serhişk û bihnteng û hov û fanatîk derdixe holê ku li ti dera cihanê, di ti dewr û dewranan de kes lê rast nehatiye û nedîtiye... Tevkujiya li gundê Zankirtê û mêrkujiyên bi “domûzbaxî” yên “Hîzbula” yên di salên 90’î de qewimîbûn mînakên herî berbiçav ên vê kesyatiyê ne... Ev kesayetiya “çêkirî û malê diziyê” gelek caran jî durû û teqiyekar û berjewendîperestên herî hoste yên civakan diafirîne. Piraniya “siyasetmedarên esilkurd” ên olparêz û tirkparêz ên 80 salan ên Cumhûriyetê bi vî şiklî ne... Em bi dilrehetî dikarin vê yekê bibêjin: “ zimanê Kurdî ne tenê mifteya çareseriya pirsgirêka kurd e; ew dermanê çareseriya pirsgirêka tenduristiya giyanî ya kurda ye jî... Mamoste Marûf