Kartol-mirov

Gotinek pêşiyên Fransizan a pir û pir xwş heye: “L’homme en pomme de terre” Ez vê peyvê wek “kartol-mirov” werdigerînim Kurdî. “Mirovê ji kartolan” jî dibe.

Kartol; cûreyek zebzeyan e û jibo mirovan xurekek gelek girîng e. Lê ev dayîna Xwedayê jorîn a “bi xêr û ber” xwedî taybetmendiyên sosret in jî.

Hûn jî dizanin; pelên wê li jor, li rûyê erdê; seriyên wê yên bi xêr û ber di bin erdê de ne. Di pelên li jor li ba dibin de “alkolît”ên ku heta tu dibêjî bi jahrî; di binî de seriyên bi nîşast(%20) û bi proteîn (%12) barkirî veşartî ne...

Ev seriyên bi axê niximî, xwedî 95 kaloriyan in û wek “kartol” tê binav kirin.

Mirov jî wek kartolan candarek ji candaran e; lê qada jiyana wî dijberê kartolan e...Gava mirov dikeve binê erdê, êdî kêrî tu tiştî nayê. Qedr û qîmeta wî, merîfet û hunerên wî, caniktî û camêrtya wî , jîrektî û mêrxasiya wî xêr û gunehên wî hebin jixwe li ser erdê dimînin ; tunebin jixwe tune ne...

Mirov gava pesnê kesekî din dide, qala lîvbazî û tevger û rabûn û rûniştandin û gotin û kirinên wî yên li ser erdê dike; ne yên li bin erdê...Wek mînak tu car nayê gotin ku; “filankes ewqas camêrtî kiriye ku, di gorê de, di şûna cot-meran de, mêvandariya cot-kevokan kiriye û ew kevokên çav belekan di devên xwe de jê re ji kaniyê av; ji firûnê nan anîne!

Dîsa mirovek jîr û jêhatî dema dike pesnê xwe bide bi kar û şuxulên xwe yên li rûyê erdê dide, ne bi yên bin erdê...

Lê, di cihana derewin de hîn mirov hene wek kartolan li ser erd jahrî ne, bi axû ne... tu sermiyanek wan ê berbiçav tune ye ku pê pesnê xwe bidin; xwe pê çêkin, pê şad û serfiraz bin... Ew zor didin binê erdê. Qala miriyan dikin. Ew mirî, carinan bav û kalên wan in, carinan heval û hogirên wan... Carinan jî lehengên hin bawerî û îdeolojiyan in... Ew mirîyan ewqas mezin dikin ku hema bêjê dikin şûna pêxemberan! Bi ya wan bi pesndayînê, ew bi xwe mezin dibin , serên wan jî, wek “ew pîrozwaran” digihîjin ezmanan! Di çanda Fransizan de ev cûre canik û camêr wek “kartol-mirov” têne binavkirin.

Belê we kartol-mirovan naskirin:Îcar em werên dora çanda “kartol-miroviyê” Di dîroka mirvatiyê de serkêşiya kartol- miroviyê nijadperst û faşîst û û feodalan kiriye. Ne hewce ye ku hûn pir serê xwe biêşînin; li jiyana Hitler binêrin, hûn ê di kesayetiya wî de bi çavên serê xwe “kêm aqil û famkorekî, beredayî û bêkêrekî li rûyê erdê” bibînin. Lê, di warê pesndayîna “miriyên Germenan ên di bin axê de” hûn ê rastî kesekî pir jîr û jêhatî werên...

Di çanda tirktiyê de jî “kartol-mirovî” xwedî cihek pir taybet e. Ji Jontirk û Îtîhatparêz û sazûmankarên komarê bigire heta neviyên wan ên îro, di şûna kar û bar û xebatên jibo welatek aram û pêşketî, jibo cihanek aşitiyane û demokrat hemû hêz û quweta xwe dane-didin hestiyên miriyan ên di bin axê de veşartî ne. Li ser erdê ew “hîç” in. Di qada huner û zanist û aboriyê de tu tiştên wan ên xêrê tune ne ku pê serbilind bin. Ew in Mete Xan ê ku wek xewnên şevan kes pê nizane ka rast e an derew e... ew in Atîla û Tîmûr û Cengîz ên Xwedê giravî tirk in... Ew mane Mîmar Sînan ê bi Esilkî Ermenî, Padîşayên Osmanî yên “ji tirktiyê sil” mane. Belê di dîroka Tirkan de camêr û canikên hêca yên wek Ûnis ê dilşewat, Xoce Nesredîn ê rûken hene û mafê Tirkan heye ku ew bi wan serbilin bin; lê bayê neteweperestiyê ya ku ew li ber ketine di wan de tu hiş û aqil nehîştiye ku ji xwe pirsa “em bi xwe çi qenciyê dikin, em kîne û bi kuve diçin? ” bikin... Sibe êvar radibin rûdinên pesnên xwe bi hestiyên miriyên di bin erdê de didin...

Di kurdayetiyê de jî gelek mînakên kartol-miroviyê hene. Bi taybetî di kevneşopiya me ya feodal de ev çand pir balkêş e. Di pêvajoyên hilbijartinan de hûn wana divê baş nas bikin. Ew in di jiyana xwe de nebûne dermanê tu birînan lê kurê filankes axayî ne ...

Ew in nikarin du berxan biçêrînin lê dikin bajarekî birêve bibin; jiber ku neviyên bêvankes şêxî ne...

Ew in bi salan in di metropolên tirkan de kîsê xwe tijî kirine, haya wan ji gel û welat nebûye, bavê xwe jî nas nekirine lê, ji mala nizam kîjan axayî ne...

Ev “kartol-mirov” gava dikevin nav civatê bertîlxur û “yaxçî”yên li derûdorên wan jî baş dizanin ku di wan de tişt tune ye, vik ûvala ne, di cih de zor didin bin erdê: “ –Heyran, em bav û kalên we nas dikin, ew mirovên pir maqûl bûn”

Kartol-miroviya me ya hemdem di destê “Tirşikxur”ên neyarên Tevgera Azadiyê de ye. Ew jî jibo welat û vî gelê bindest ne xwedî kar û şixul û projeyên ji xêrê ne. Hebûna xwe li ser çêr û dijûnên li Tevgera Azadiyê dikin avakirine... Ew tim ûtim pesnên xwe bi lehengên rehmetî yên wek Qazî Mihemed, Mela Mistefa, Şêx Seîd Efendî, Seyîd Riza didin û xwe biwan çêdikin. Tişta herî ecêb û sosret ev e ku ; “ ew destana mêrxasî û caniktiya li ber çavên wan tê nivîsandin qe nabînin! Derd û kul û meraqa wan bin erd e. Ez bixwe Serhedî me. Li herêma me xwarina tirşikê kes nas nake. Gelo kartol jî dikeve tirşikê?

Mamoste Marûf

Yorumlar