3.03.2009

Tirk çiqas Tirk; Kurd çiqas Kurd in?

Li cihanê zimanên ne xwedî dewlet ber bi windahiyê ve diçin. Li gorî lêkolînên UNESCO’yê, her sê hefteyan zimanekî koça xwe ya dawî dike. Jixwe ji berê berê ve Asyaya Biçûk bûye goristana zimanan. Hin gelên Anatoliyê ku bi zimankî û bi nasnametî êdî nemane ev in; Hatî, Asûrî, Akadî, sumerî, Trovayî,Palayî, Kaskayî, Lûvî, Hurî, Mitani, Bîthinyayî, Trakî, Firîgî, Mûşkî, Lîdyayî, Mîsiyayî, Aiolî, Paflagonî (Eflanî) Karyayî,Lelegî, Pîsîdyayî, Kîlîkyayî, Kapadokyayî, Lîkaonyayî(Konya)Maryandînî, Xalîbî, Taoxî, Skîtî, Kolxî,Dirrîayi, Mosînoîkosî, Mosxosî, Tîberenosî, Maresî, Panfîlî, Galatî, Îyonî… Îro tu dibê qey erd qelişîye û ew tê re çûne xwarê; kes newêre axir û aqûbeta van gelan bikolîne; jiber ku dewleta tirk a nijadperest ji tirsa “dibe ku pirs li nasnameya Tirk jî bê kirin” rê li ber xebatên etnolojîk û etnografîk venake . Gava mirov bala xwe dide civaka tirk, tê de şopên van hin gelên antîk dibîne… Wek mînak; li derûdora bajarên Çanakkale, Bûrsa, Balikesîr û li gelek herêmên din hinek kes hene ku xwe wek Tirkên MANAV dihesibînin. Lê bi ya dîrokzanên serbixwe, ew ji pişta Ruman in(Hurum) , Rum jî ji pişta Îyonîyan in... Ew di sedsala 12’an û 13’an de bi girsehî tên ser Misilmantiyê û di nava tirka de wenda dibin diçin. Lê tiştekî pir û pir balkêş e, pîspor vê civakê bi me wiha didin nasîn: “ Tirkên Manav(?) heta tu dibêjî şermok û sernerm in; tu car dijberiya kirin û gotinên biyaniyan nakin; bê nîqaş û bê xirecir mîna bav û kalên xwe jiyna xwe berdewam dikin. Bi qewlê Manavan; “ew heft caran difikirin dûvre gavekî davêjin”. Jiber vê kesayetiyê, ew peyvên wek “tu dizanî, bila bi ya te be” pir bikartînin” Hûn niha dibêjin tirkên qehreman ên ji deşt û zozanên Asyaya navîn bi rê ketine, hatine Anatoliyê çiqas zû kedî bûne! Lê ez dibêm stûxwariya Manavên ku sibeh-roj diqîrin dibêjin “em Tirkê kurê tirka ne” dişibe ya Ermenî û Rûm û cihûyan; ew kêmnetew ên reben û feqîrok û şermok ên li Tirkiyeyê mane ne. Di kuncikê dilê Manavan de kula asîmîlasyonê mîna birînek reş a bê derman bicih bûye maye, lê ew pê nizanin, ji xwedernaxin. Di dewr û dewrana Osmaniyan de amûrê asîmîlasyonê ola îslam bû. Osmanî car caran bi îmtiyaz û kemçûrên giranbuha, car caran bi şîretên alim û şêxan, lê bi piranî “bi darê zorê” gelên Anatolî û Balkanan û kafkasan aniye ser dînê Mihemed û li ser pişta wan -bi gotina misilmanên berê- “bavfile û dêfile”yên” bê ûrt û bê kok û bê esl û bê asas; lê di heman demê de stûxwar û reben” ji xwe re desthilatdariyek demdirêj ava kiriye.Yên ji ber van stûxwaran mane û gihîştine Cumhûriyetê, li Anatoliyê êriş dibin ser kurdên xwedî şeref û heysîyet, çima ku ew jî wekî wan nabin tirk! Gava mirov liser van bûyeran hûr û kûr radiweste têdigihîje ku ev êriş bi gelemperî li herêma Behra reş a ku “welatiyên wê heta duh bi zimanên Rumî diaxivîn” diqewime... Ev bûyer li Sakarya yê rûdidin; Sakarya ya ku ji sedî 70-80 yî nîştecihên wê neviyên gelên Kafkasan in û di sedsala 19’an de -wekî Kurdên ku îro ji neçariyê di nav wan de dijîn û dikin bi rehetî kerîkî nan bixwin- bi çoyê Ûris ji welatê xwe hatine miştexîkirin. Ev bûyer li bajarên Egeyê rûdidin; Egeya bi sedhezaran Tirkmanên koçer ên bi “ pest û pêkûtiyên Osmaniyan” di gundan de hatine bicih û war kirin de ... Egeya ku heta duh tê de bi bi sedhezaran Rum hebûn û navê bajarê wê yê herî mezin hê jî nava gel de “Gavur İzmîr” e. Ev gel çi qewimî ku vegeriyane nijadperestên tirk ên bihnteng û bi mahde û bi mirûz? Sedemên wî bila bimîne ji bo nivîsek din, em liser amûr rawestin; Amûrê asîmîlasyona li vî welatî êdî ne ol e; Tirkî ye... Yên di serî de bi mabesta birêvebirina kar û barên xwe yên rojane hînî Tirkî bûn hey çû tê de rewac û jîr û jêhatî bûn, roj hat hey dîtin zimanên wan ên ji bav û kalan mayî bi av û bayê re çûye! Ew bi wendakirina zimanên xwe yên zikmakî û xwezaî kesayetî, mirovatî, hevaltî, dilşewatî ya xwe jî wenda kirin. Ji vê jî xedartir û xrabtir nasnameya xwe ya bingehîn bi Tirkîtiyek çêkirî re guherandin... lî Cihanê he netew, her çiqas ne rastiyek zanistîbe jî, bi îmajekî, bi nav û dengekî taybet ê “çêkirî” tê nasîn; Aleman bi muhendisiyê, Îngîlîz bi dek û dolabên bi nezaketê û bi xwînsariyê nixifi, Cihû wek bazirgan, Ermenî wek pîşesazên bi meharet, Kurd wek çiyayiyên bibext... lê Tirk wek leşker û qehremanên dewletperest tên zanîn... Ew bi vê nasnameyê xwe qure jî dikin. Yên bi dû re tên ser tirkîtiyê, divê pêşî bibin qehreman, leşker û dewletperest û xwe li ser yên “netirk” çêkin û qehremanîya xwe li wan biceribînin...Dibên qey çiqas êrişkar û leşkerîperest û dewletparêz bin ewqas dibin tirk ... Tirkên ji ber û ji pişta Tirkên Asyaya Navîn in bi qasî wan xwe naçirînin, na dirdirînin, bi qasî wan xwe bi ala sor û sipî naxemilînin... Ji sazkirina Komara Tirkiyeyê vir de gelek netew û ziman, an bi tevahî ji holê rabûne an jî liber mirinê ne. Wekek mînak; zimanê Ûbihî yê qedîm ê qafkasan di sala 1992’an de li Balikesîrê bi mirina camêrekî bi navê “Tevfik Esenç” re çû gorê. Boşnak ên bi eslê xwe Sirb; Pomak ên ku Bulxar in lê bûne Misilman, Laz, Osetî, Lezgî, Acarî, Gurcî yên bav û kalên Tayîp, Abhaz, Çerkez, Roman hema bigre tev ji binî ve xwe ji ziman û nasname, ji esl û asas kirine û xwe bi Tirk- Îslamparêzîyê ve şidandine. Zimanên van gelan ji hêla nifşên nû ve qet nayên axaftin. Kal û pîrên wan jî tenê ji bo “lihevpirsînê” çend peyvan lihev diqelibînin ew e...Hal û mesele ev e ku; ev bi salan e dewleta tirk alîkî ve rê li ber hînbûn û weşan û ragihandina zimanên cuda girtiye, ji aliyê din ve di giyan û mejiyê xwediyê van zimanan de “pisîkolojiya xwebiçûkdîtinê” bicih kiriye û wana xistiye nav rewşek ewqas xedar ku êdî bi kesayetiya xwe û bi zimanên xwe tinazan dikin û bixwe xwe asîmîlîye dikin. Pergala nijadperest û şovenîst a Tirkiyeyê ewqas zor dide gelan ku yên li Lozanê mafê perwerdehiyê ya bi zimanên xwe bi dest xistine jî xwe ji “tora asîmîlasyonê” xelas nakin. Zarokên Ermenî û Cihu û Ruman bi sedan salan in ji yên 5-6 saliyan bigire heta yên 17-18 saliyan bi zimanên xwe dixwînin, dinivîsin dîsa jî zimanên xwe wenda kirine. Ne ji cudatiya olî bûya ew ên ji zû de bigotina “em jî tirk in..”. Di vî warî de ez dixwazim ji civata Ermeniyan a ku -ev bi salan e bala min li ser e- çend mînakên balkêş pêşkêşî we bikim. Ev gelê kevnare yê Anatoliyê hema bigre du hezar sal e di tenişta her dêrê de dibistanek ava kiriye û bi alfabeya xwe ya taybet, bi zimanê xwe yê netewî , zarokên xwe perwerde kiriye... Îro bi giranî di Stenbolê de bi dora 60-70 hezar Ermenî hene û ew xwedî 15 dibistanên seretayî û 5 lîseyan in. Ji ber sedemên cûrbecûr bi tenê 3000 xwendekar diçin van dibistanan. Yên din wek zarokên Kurda bi Tirka re dixwînin. Di pêvajoya Komarê de bi dehan dibistanên wan jiber kêmasiya xwendekaran hatine girtin. Yên mayî jî liber girtinê ne. Jixwe yên diçin van dibistanan, her çiqas xwedî mafê perwerdehiya bi Ermenkî bin jî, tu car hînî vî zimanî nabin. Asîmîlasyona “komara reş” mamosteyan jî asîmîlîye kiriye! Ew êdî nikarin waneyên wek matematîk, zanist, mûzîk, hwd. bi Ermenkî bidin ber xwendekaran. Jixwe gava yek ji wan bixwaze van waneyan bi ermenkî bide ber şagirtan ji hêla malbat û xwendekaran ve rastî gelek bertekan tên; ji ber ku azmûnên navendî yên jibo zanîngeh û lîseyên Fen û Anadolûyê bi zimanê tirkî ne û xwendekarên tirkîya wan ne têkûz in di wan de bi ser nakevin. Di warê ziman de asîmîlasyon gihiştiye wê radê ku îro di nav ermeniyan de xeynî yên 60-70 salî, nifşên nû bi ermenkî hema bêje qet nizanin. Yên bi Ermenkî dixwînin jî vî zimanî bi qasî Îngiliziya liseyên Tirkiyeyê nas dikin. Kêmnetewên din; Cihû û Rum jî “bi zimankî” liber mirinê ne. Rewşa kêmnetewên fermî yên me lijor da serhev, ne çêtir e ji “Asûrî û Keldanî” yên di Peymana Lozanê de wek kêmnetew nehatine jimartin û ne xewdî mafê perwerdehiya bi zimanê xwe ne ... Profesor Faruk Sumer di gotarekî xwe ya di kovara “turk Dunyasi Tarih Dergisi” de di sala 93’an de hatiye weşandin de bûyerek balkêş radigihîne; Ew seba lêkolînê diçe gundekî Balikesirê. Bi qewlên wî, ronakbîr(!) dor lê digirin û jê dipirsin ; gelo Tahtaci tirk in, Manav Tirk in, Elewî Tirk in? Profeorê me liwan dizivirîne dibêje; hûn jimin pirsa gelo “Tik jî Tirk in” dikin! Zimanê zikmakî yê kî Tirkî be ew Tirk e! Yek ji wan dîsa dipirse; Ma hin Çerkez jî bi Tirkî diaxifin, ew jî Tirk in ? Ew dibersivîne; Heger xeynî Tirkî, bi zimanekî din neaxifin Tirk in. Di vir de divê Kurd jî ji xwe bipirsin; hûn bi çi zimanî diaxifin, hûn çiqas Kurd in?

Hiç yorum yok:

Fîlmekî jibîrûyî yê derheqê Kurdan de: The Last Outpost

Navê fîlmê bi Ingilîzî “ The Last Outpost” e. (Qerekola Dawîn) Fransiyan navê  “ Intelligence Service” (Servîsa Saloxgeriyê) l...