Lingê êşegan nayê ser doşegan

Hevalno, werên îro em vê gotina herêmî, “gotina bav û kalên serhediyan” bikin navneteweyî…

Niha hûn ê bipirsin; di vê gotinê de, di şûna “kerê” de çima “êşeg” hatiye bikaranîn?
An hinek ji we, vê gotinê wekî “çêjikekê otoasîmîlasyonê” bihesibînin û vegerînin kurmanciyê û bibêjin; "Piyên keran nayê ser mînderan!" Nebî, nebî! Êşeg ne ker e. Êşeg êşeg e .

Gava mirov êşeg û kerê dide ber hev, qasî erd û ezman ji hevdu cuda ne. Êşeg, wekî rewil e, bê merîfet e, bê hurmet e, çav û rû ji bonê tune ye.

 Êşeg nezan e, famkork e, serhişk e, qaf valaye. Ji xweşbûn û geşbûna xwezayê bêhay e. Ne hêjayê qenciyê ye. Çavên xwe digre nanê xwe dixwe; nankor e. Heta tu dibêjî gir e; girê geriyayî ye, terikiye, har e, hêrê deyşta ye…  Êşeg ne ji me ye, pir û pir kûvî ye, hov e…

Îcar dora kerê ye; ker kerê me ye, em bi zirîna wî di cih de wî û xwediyê wî nas dikin: “bi Xwedê ev kerê Heci Mihemed e!” Di ser de jî, ji zirîneke wî hezar mane derdixin;
                     “Welle birçî ye !”
                      "Kuro, ka  here binêre, ka kî kerê aciz dike?"
Em di gelî û newalên asê de kerê xwe dişopînin; ji ber ku ew taybetmendiyên axa me nas dike, xwe jî, me jî ji erdê qels û ji xişbûnê diparêze. Em ji kerê xwe ewqas bi bawer in ku , ji kalên heftê salî bigre heta zarokên xwe yên ber pêsîran didin piştê û bê xem berê wî didin çiya û baniyan.

Kerê me, tu cara ji kal û pîran siviktir nameşe; wana nawestîne. Ew bi hezaran salan e jiyana xwe bi me re derbas dike lewma hinî rêzgirtin û hurmeta ji bo mezinan bûye. Sernerm e, nefspiçûk e lê, ji siwarên cil û bergên sîpehî lê ne, ji keç û bûkên ku xwe bi kesk û sor û zer dixemilînin pir hez dike. Ew jî sewalek ji xwe xweş e; parîkî jî qure ye ha! Gere palan û kurtanê wî ji amedê, heqîfa wî ji Colemêrgê bê stendin.

Êşeg ji orf û ededê me, ji rabûn û rûniştandina me, ji kal û pîrên me, ji zar û zêçên me, ji rewş û girêdana me, ji saz û tembûra me, ji rê û dirbên me fem nake… Ser de jî çiqas serê xwe pê re bêşînî fêrî tiştek jî nabe, na elime. Êşeg bergîr e. Dengbêjê me yê nemir Reso di kilameke wxe de dibêje ;“ bergîran di dewsa kihêlan de girê nede”. Bala xwe bidinê, ew î jî negotiye hesp! Lewma em ji berê berê de êşegan wek bergîran layiqê tiştên qenc nabînin û wan û kera nakin yek.

Em di vir de zêde jî neheqiyê lê nekin, şikur ji xwedayê jorîn re, êşeg bi xwe jî, heta jê tê, dûrî qenciyê disekine.

Em werên ser mijarê;ev çend sal e, şerekî pir bi êş û elem, pir xidar û kirêt li seranserê welatê me berdewam e, dikudîne…

Tevgera azadiyê li hemberî hemû êş û jana gelê xwe, tu car ji riya mirovatiyê, ji heq û huqûqê derneketiye. Bi deh hezaran keç û xortên xwe yên bi çav û birûyên reş û belek, delal û nazik û nazenîn li serê çiya û gazan veşartiye, lê dîsa jî bi gelê tirk re tu caran neyartî nekiriye. Wek îro, di dem û pêvajoyên herî dijwar de, di gel ku tevahiya rê û dirbên di newal û gelî yên bê serî û bê binî re difitilin bi gelemperî di bin qontrola şervanên me de ne û rojê bi hezaran xwendekar, mamoste, bijîşk, karker û ajokerên tirk li ber çavên wan bi şev û roj di van deran re derbas dibin, şervanên azadiyê û dilxwazên wan, tu car zirarê nedane û nadin wan… Lê belê, şervanên serê çiya baş dizanin ku gelekî ji wan- ên mîna çivîkên per û baskên wan şikestî di ber wan re derbas dibin û diçin tên- gava digihêjin warê xwe, lingên wan erd digre, dibin agir û pizot û bi kurdên nav xwe ve dizeliqin. Ev kurdên stûxwar, bi piranî ji zilm û zordariya dewleta wan e, ji xizanî û belengaziya ku dîsa nexşê wan e, welatê xwe terikandine û Xwedê giravî, ketine ber bextê wan!

Êşeg nizane ku; mirovek xaniyê xwe, mal û milkê xwe, zevî û mêrgên xwe, wenda bike bi hêviya “ wê Xwedê dîsa bide” jiyana xwe berdewam dike, lê heger rûmet û, şerf û, heysiyeta wî jê bistînî , an dibe lehî û tofan, te dide ber xwe paxiş dike, an jî dibe hostayê taqiyyeyê û xwe; “di rastiyê de ne tirk lê nijadperest, ne misilman lê ummetparêz, Dolarperest lê, Kemalperwer û laikparêz” nîşan dide û mîna qirnî xwîna te dimije!

Êşeg tu car lê varneqiliya ye ku şervanên azadiyê, ev 25 sal in di hembêza xwezayê de jiyana xwe berdewam dikin û piraniya hewcedariyên xwe ji xwezayê bi dest dixin, lê dîsa jî heta iro, tu rayedarek dewleta tirk an saziyek navneteweyî wan bi şewitandina darek, bi kuştina sewalek, bi tehripkirina şikeftek tewambar û mehkûm nekiriye. lê ji aliyê din ve , êşeg û hevkarên wî bi balafiran, bi top û tankan bi çiya û baniyan ketine, dar û sewalên bê zar û ziman dişewitînin, serobino dikin, tînin xwarê û bi vî havî seferên nîvcomayi yên Cengîz û Tîmûr dibin serî…

Hevalno, dagirkirina welatek, dorpêçkirina eraziyek dorfireh, bi cih û warbûna li ser parçeyek axa rûyê Dinyayê-siûda meriv jî lê werê- gelek caran hêsan e, lê rêveberiya wê, armkirin û şênkirina wê pir û pir bi zehmet e.

Ev cografya ya ku em bi tirk û ereb û farisan re li ser dijîn;
ji vî perrî heta perrê din, bi seranser, ji serî heta binî, bi deyşt û zozanan, bi çem û golan, bi daristan û behran xemilandî ye.

Ku dera wê dikolî jê av û neft dipijiqe. Lê heyfa mirov tê bi wê heyfê ku, bi sedan salan e şûna bereketê, xezeb lê dibare!

Êşeg, ev cinneta heft reng, ev “bihûşta bi xêr û ber, têr û tije” ji me re jî,  ji xwe re jî kiriye dojeh, nahêle em bi rehetî kerîkî nan jê bixwun!

Ev Anatoliya ku ji deh hezar salan vir ve bûye wargeha şaristaniyan û bi milyaran mirov bi amûr û aletên herî kevnare cot kirine lê dîsa jî bi çandiniyê liser têr xwarine, îro li me hatiye xezebê û dev ji nan berdin, dike qultek av jî nede me…

Ev rojhilata Navîn a ku hatin û çûyîna tevahiya, balafir, otomobîl û kamyonên cihanê bi nefta wê dibe, ewrûpî û Amerîkî û piraniya gelên din ên cihanê bi pereyê ku ji vê neftê kar dikin ji xwe re bi kêf û evîn, bi zewq û sefa wek tûrist - ne tenê li ser ruyê erdê- li ezmanan û stêrkan digerin; lê ne yek car, ne du car, hezar car heyf e ku ji ber neyîna ewlehiyê, ji ber ambargo û şer û pevçûnan, li hin deran ji ber kêmasiya rê û dirban, ji ber sînorên bê wate, sînorên qaşo maşo, ji zarokên xwe re bûye girtîgehek sergirtî ku - xwedê qe lihev neyne- hoste û gardiyan û rêveberê wê jî êşeg e!

Hevalno, êşeg bi xwe jî ev çend sedsal e ji tirsa “dîl û hêsîrê” vê girtîgehê ye. Em di germa havînê de be, di van rojên zivistana sar û serma de be , li ser doşegên xwe rûdinên û- hinek caran bi dilek xemgîn be jî-hevdû hembêz dikin û di can û bedenên xwe de, di mejî û giyana xwe de hêviya azdîyê mezin dikin lê êşeg, ji tirsa azadiya me bi çol û baniyan ketiye, wek Don Kişotê rehmetî şev û roj bi perwaneyên aşên bayê re şer dike!

Hevalno, ev çend sal e li jor cih lê teng bûye. Bi sê telaqan sond dixwim, hûn hinek din jî li ber xwe bidin, an ew ê dev ji êşegtiyê berde an ew  ji bihûşta meya regîn bê derxistin. Ma hûn ji mezinan bawer nakin?

Lingê êşegan tu caran nayê ser doşegan !
                                                                 Mamoste Marûf

Yorumlar