An Kurdî an “Kurd Memed nobete!”

Ewilê ewil divê çend gotinan bikim li ser berxwedana Azadiya welat a li hemberî asîmîlasyana malwêran a nermik û sipî... Heta salek berê jî, ev pençeşîr di can û bedena kurdan de xwe veşartibû û hêdî hêdî belav dibû lê ew ji xwe dernedixistin. Rewşenbîrên ku bi xwe û bi birîna gelê xwe hesiyayî, dikirin nedikirin nikaribûn raya giştî ya kurdan di warê asîmîlasyonê de serwext bikin û gel rakin ser piyan. Hingî ku Azadiya Welat a rojane derket û li xwendevanên xwe niçand û ew hişyar kirin; ev mijar wekî birûsk di giyan û mejiyan de veda, li her derê welat bû civîn, bû cejn, bû xwepêşandan, dawiya dawîn li Geverê bû lehî û tofan... Niha hûn di ber xwe de dibêjin; “-mamoste keda Roj Tv’ê qe nayne bira xwe!” Bi ya min gelek kurd, bi ceribandina xwendina rojnameyê tê gihîştin ku ew êdî nikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin! Ew ji xwe derxistin ku, heta niha li ber Roj Tv’ê rûniştine û xwe bi sitranên Kurdî serxweş, bi nûçe û nîqaşên bi tirkî dilgeş kirine û di warê xwendin û nivîsandina bi Kurdî de kêm tişt kirine. Zana û ronakbîr û siyasetmedarên me jî bi tîraja Azadiya Welat a bi çend hezaran veciniqîn û ji “xewa şirîn û şerîf” şiyar bûn. Ez li ser navê xwe ji vê yekê bi bawerim ku ji vir pê ve asîmîlasyon wê tim û tim di rojevê de be û kurd heta çareserkirina wê, xwîna xwe bikin çavên xwe, xwe bidin erdê! Lê belê hevalno, ligel hemû kar û xebatên pîroz ên ku tên kirin ûrtkoriya me, bi navê din; “asîmîlasyon” roj bi roj kok û aca me diqelîne, me diheline. Ev rewşa bêyom ger bi vî rengî bidome, divê em ji niha ve wesyetek kurt a nivîskî li zarokên xwe bikin û ji wan re tê de bi dilek xemgîn, bi hevokên şermok wiha lêkin: “ Roniya çavên min, ez dixwazim tu jî pê bihesî min ji ber zimanê xwe yê dayikê çi ditîn çi nedîtin. Ên hat serê min bila neyên serê gurê serê çiya … Pênûs û lênûsk, sîdî(CD) û harddisk têrê nakin ez tevan binivîsim. Tu pê nizanî ev zimanê ku ji nifşa te êdî kêm kes pê diaxife, çi şirîn û çi delalî bû ber dilên bav û kalên te yên dengbêj û çîrokbêj. Kurê min/ keça min, ên ku niha tu bi zimanê wan kar û barên xwe birêve dibî, ramanên xwe bilêv dikî û ji berdilka/ ê xwe re pê e-mailan birê dikî, helbestan dinivîsî, ew in; yên em ji kar û baran kirin, kilîta reş bi mejî û zimanên me ve kirin, berdilkên me yên xweşmêr/ bejn ziravan kuştin, konên me û wan ji nav konan rakirin... Gulsosina min, teyrê min ê baz,di zarokatiya min de ew neyarên genî û bêbext tevna asîmîlasyonê wek Sûr a Diyarbekira me ya şewitî heta nav malan dirêj kirin û dan ber me û dayikên me yên bê tirkî û bê erebî û bê farisî; lewma jî heta roja mirinê ew stûxar bûn, bê zar û bê ziman bûn, Ew bi me re bi zimanê bav û kalan diaxifîn, lê em ji wan dibehecîn, bi wan re hêrs dibûn, ser wan de diqîriyan “bi zimanê dagirkeran!”. Me ji dayikên xwe û ji xwe şerm dikirin, ji zimanê xwe îkreh( nefret)dikir, di kilaman de jina xwe, dayika xwe berdilka xwe wek “dîlbilmezê”( bê ziman) bi nav dikir û wê tewanbar û şermezar dikir. (Di gelek kilamên dengbêjan de ev gotin tê bikaranîn) Kurê min/ keça min, em bi berxwedan û xwîdana rêberê xwe, bi xwîna bi hezaran şehîdên xwe, bi coş û heyecana wan, li xwe varqiliyan(hişyar bûn) û me zor da xwe û xwe ji xefik û dehfikên Decal xilas kirin û qet nebe bi zimanê xwe yê şirîn - bi çend hevokan be jî - li hevûdu pirsî… Lê, temenê min li ser temenê te be, sermiyan ewqas bû! têra min jî nekir, lewma ji ber nema, min ji te re tu tiştek nehîşt…Tu min efû kî û nebî nebî dijminê xwe ji bîr nekî! Keda xwe li te helal nakim ger tu rojan li wî nekî zîndan, li wî neherimînî xewa şevan ” *** Wesiyet evqas bû, qediya... Xwedê kir em hê li ser xwe ne, bi piranî can û ter in. Em hê jî dikarin aşê bê av li ser serê neyarên xwe bigerînin û zarokên xwe ji tora bişaftin û xwebişaftinê azad bikin. Lê jibo gera çareseriyê divê pêşî em ji birîna xwe, ji nexweşiya xwe derxin; teşhîs bikin... Hevalno, ziman ji dest diçe, Kurdayetî jî pê re… Ma qey nasnameya me xeynî zimanê me bi çi ve girêdayî ye? Em di nav gelên misilman de ne, lewre; -Ol ne nîşaneya me ya neteweyî ye… Em an dagirkerên me, ne “çermreş”in, ne çermsor in; -Rengê çerm jî ne nîşane ya me ya neteweyî ye… Wele xeynî ziman tiştên din ên kurd û kurdewarî ev dimîn : -Tenûr. -Kurd memed nobete. -Kurd boregî. -Lorke, lorke. Gava ziman ji destê me çû, em dikarin wiha bêjin; “ -heyran, em ji van tişt û gotinan pir û pir hez dikin; lewma ji me re dibêjin; hûn Kurd in. Belge û nîşaneyên me yên neteweyî ev in... Ger em bi vana qaîl nabin, qîma xwe naynin, divê ji bo paşeroja zimanê xwe li çareseriyan bigerin , rê û rêzikên pir û pir xurt bibînin. Divê em tiştek wisa bikin ku ku,cihan dîsa bi yek dengî bêje ; “-errrrik, fenanî (wek) guleya yekemîn a şerwanên azadiyê ye!” Bi awayek din; heta tu dibêjî zanistî, heta tu dibêjî realîst, hetta tu dibêjî pragmatîk be… Divê em vê rastiyê baş fehm bikin; -her roj bi hezaran dergûş ji pişta kurdan tên cihanê lê, di pêşerojê de “ piraniya wan, exlebê wan” ( dilê min liber hev nade, xîreta min napejirîne ku ez bêjim tevahiya wan) wê nikaribin bi kurdî biaxifin! ( hûn ji wan hinekan hînî kurdî bikin jî, ewên ji wan “kurdîaxêvên xeberxweşan” tu kesî nebinin ku -şikur em jê ne bêpar in-bi wan re rûnên û derd û kulên dilan bidin der ) Her roj bi hezaran kal û pîrên me ji nav me bar dikin, diçin ber rehma Xwedê.( Xwedê çiqas li wan rehmê dike, ez pê nizanim) her yek ji wan bi xwe re parçeyek ji zimanê me, ji kurdayetiya me dibe, bi awayek din, ew, me bi kurdîki nîvco dihêlin û diçin. De ka em ji zarokên xwe re çi dihêlin? Divê em baş bizanibin ku wê dor dora me be jî... Divê em ji niha ve pêşî lê bigrin ku li dû me jî, ên ji doxîna me dikevin bila pihîn li kêlika me nedin û nebêjin: “-me bi gora we nizanim çi kiro, we ji me re çi kiro!” Mamoste Marûf

Yorumlar