Divê em çi bikin, çi nekin bona ku rê li ber asîmîlasyonê bê girtin?

Di sedsalên 19’an û 20’an de hemî ronakbîr û sîyasetmedarên cihanê yên ji her netewê, ji bo çareseriya vê “pirsgirêka bi jan” a ku ziman û nasnemayên gelan dabû ber xwe dikuşt, ji berxwe teoriyan derxistin, bi hezaran pirtûk weşandin, sazî û partiyên netewî ava kirin... Bi aşitî û xweşî bû bû; nebû, bi çek dewletên xwe yên netewî ava kirin û liser hîmên zimanên xwe “yên ji çend peyv û biwêjan pêkhatî” zimanên cihanê yên herî edebî û zanistî lêkirin... lê “êxbala kor, siûda girtî”, her çiqas kurd jî, ji bo nasname û ziman û welatên xwe bi mîlyonan hatibin kuştin û koçberkirin dîsa jî negihîştin ber mirazên dilê xwe û di van her du sedsalan de “sedsalên netewbûn û bi dewletbûnê de” biserneketin û li ber diwaran man û man... Îro di nav şert û mercên cihanê de ew bi girsehî dihelin, ji rûyê erdê tên paxişkirin... Hêvî gumana wî tenê bi Tevgera Azadiyê maye... Ev tevger û şervanên wê mirina xwe dan ber çavan bi zimankî nebe jî, bi moral û hişmendî kurda ji xewa mirinê hişyar kir... Ev çend gotar in ez li ser asîmîlasyonê dinivîsim û gilî û gazinan ji kurda û ji alema mirovayetiyê dikim; ew miroveyetî ya ku bi girî û bi hewar e bona “kûsiyê caretta caretta”yan û “pandayan” û hemî lawirên li çol û çiyayan û bin deryayan... Ew mîrovayetiya ku bi milyonan pere direşîne bona çend cûre gihayan, dikin rê liber tunebûn û nemîna wan bigirin... Lê hûn bala xwe bidin vê ecêbê û vê gosirmetê, kes xwe lê nake xwedî, guh nade bişaftin û paxişkirin û windakirina gelekî bi mîlyonan! Ez gilî gazinan ji kurda jî dikim; jiber ku ew hê bi ûrtkoriya xwe nehisiyane, lê vearneqiliyane... Bi ya min ew, di şûna pîrozkirina cejna zimanê kurdî ya bi yek rojî, divê şîn girêdin, reş girêdin “sal donzdeh mehên Xwedê!” Di warê zimanê kurdî de- hebûn û nasnameya kurd” bi tenê bi wî ve girêdayî ye- barê giran di serî de dikeve ser milê sîyastmedar û ronakbîrên kurda... Divê ew dest ji pêsîra “gelê kurd ê dîl û reben” berdin û wî tu car bi “xwe bi xwe bişaftinê”(otoasîmîlasyonê) gunehbar nekin... Gel, heta hatina dibistan û telewîzyon ên bêyom ên dagirkeran, heta êrişa artêşa wan a ku cih û war lê herimand, heta bicihbûyina kapîtalîzma hov û kûvî -ya dîsa bi destê dagirkeran bû - di gundê xwe de bi zimanê xwe yê xwezayî kar û barê xwe birê ve bir... Gelê kurd, bi deng û xweş awazên dengbêj û çîrokbêj û bilûrvanên xwe dilê xwe yê birîndar aş kir. Îro dem û dewrana bajarvanî û ragihandin û perwerdehiya modern e... Gelê me yê reben ê “bi piranî gundî” çawa bikaribe bi kurdî ya xwe ya dewlemend lê “ kurdiyek xwezayî, gundî û koçerî û navmalî” liber xwe bide! Di serî de divê li ser hîmên kurdî ya xwezayî kurdîkî modern û nûjen bê afirandin û nifşekî nû pê were perwerdekirin. Ev jî pergalek, hêzekî wek dweletê dixwaze... Lê belê, di tevn û paradîgmaya erdnîgariya me de ev ne pir pêkan û hêsan e... Jê re demek heta tu dibêjî dirêj divê... Lê mixabin, ji bo çareseriya nasname û zimanê kurdî de divê demekî zûtirîn, bi lezgînî hin tişt bên kirin... Ji bo kurdî êdî “kêr daye hestî!” Ez wek mamosteyek kurd, nêrînên xwe bi aşkeretî li jêr rêz dikim didim ser hev, da ku raya giştî ya kurda vê mijarê nîqaş bike û nehêle ji rojevê derkeve... 1-Dora prşî, divê bi alîkarîya zanîngehên cihanê û sazîyên bêalî yên navneteyî, anket û lêkolîn ên zanistî yên dorfireh bên çêkirin û komkuji û qira çandî ya ku li ser gelê kurd tê meşandin bi awayek fermî bê tespît kirin. 2-Encamên vî lêkolînê ji raya giştî ya navnetewî re bi amûrên ragihandinê yên herî bi hêz û xurt bên aşkerekirin. 3-Wek gava sêyemîn parlemanên kurd bi her rê û rêbazan, vê mijarê di parlemantoya tirk de bînin rojevê û bi awayek aşkere, bi kinahî û kurtasî bipirsin û bêjin; “gelê kurd êdî naxwaze bi baca ku jê tê stendin bê asîmîlîye kirin. Hûn ji bo ku zarên kurd asîmîlîye nebin, fêrî ziman û çanda xwe bibin çi difikirin, çi projeyên we hene? Ger hûn di demekî kurt de çareseriyek nebînin em ê rêyek bidin ber xwe û pê de herin” 4-Ger ji meclîsê çareseriyek derneket; di serî de “Pergala Komên Civak ên Kurdistanê”, bê sekninandin a li hêviya destûrdayina dewletê, bi awakî “min kir û bû” ( defacto) ewilî li Amedê bê avakirin. 5-Divê li Amedê kreş û polên destpêkê yên xwerû bi kurdî ( ji bo zarokên 5-6 salî) û dibistanekî seretayî û lîsekî taybet a pir modern û bi qalîte bê sazkirin. Li teniştê jî ji bo xwendekarên dibistana seretayî û yên lîseyî kursekî kurdi bê çêkirin, bona ku zarok waneyên ku bi tirkî ne, bi kurdî jî dubare bikin û hînî terîmên waneyan ên bi kurdî bibin û bikaribin zimanê xwe di her warê jiyanê de de bikarbînin. Divê ev saziyên di serî de li Amedê tên birêxistinkirin wek “saziyên pîlot û pêşeng û model” bin û gav bi gav, ne tenê li Kurdistanê, li hemû deverên ku lê kurd dijîn bên sazkirin. Ev xebatinan ne dijberî zagonên K.T.Y’ê ne; bi her awayî qanûnî û rewa ne. Xwendekarên ji vî kampûsê mezûn dibin wê bibin pêşengên avakirina dibistanên din ên li her deverên Kurdistanê û Tirkiyeyê... îro zaroyên kurda yên zanîgeh qedandî yên pir û pir zana û serkeftî hene. Baweriya min ew e ku, ji bo saziyên Fethullah pêwîstî bi alternatîfan hebe, wê kurd ava bikin û wek di siyaseta demokrasi û aşitiyê de,di warê perwerdehiyê de jî bibin afirenderê modelek herî nûjen û serkeftî. Hevalno, ev ne xwen û xeyalên şevan in. Tevgera azadiyê ya ku ev 30 sal e li hemberî artêşek herî bi hêz a NATO’ yê şer dike, di çend mehan de dikare vê pergalê bi awayek serkeftî ava bike... Lê divê ronakbîrên kurd niqir sist nekin, peywira xwe bînin cih, lê pêşî dil bikin, bixwazin... Mamoste Marûf

Yorumlar