DEWLETA OSMANÎ Û GELÊN NE MISILMAN

Di Dewleta Osmaniyan de, yên ne misilman, ji 14 saliyan bigrin heta 75 saliyan, di jiyana xwe de carekî gere bacekî giran a bi navê “cîzye” bidana dewletê.

Xeynî vê, bacek din jî hebû; baca ku ji Misilmanan bi navê “oşûr” dihate standin li wan jî ferz bû lê,  bi navek cuda; xerac!..

Wê demê leşkerî ji bo hemwelatiyan îmtiyazek gring bû lê ew, ji wê jî bêpar bûn.

Ji qirna 15’an heta nîveka 19’an, gêlên ne misilman ji hêla cil û bergan ve jî hatibûn astengkirin. Wek mînak; dema desthilatdariya Sultan Selîmê III. de (1761-1808) gere sol û kumikên Ermeniyan sor, yên Cihuyan hêşîn, yên Rûman reş bûna.

Hemwelatiyên nemisilman, gava siwarî biketina nava şêniyên misilman divêt  ji hespên xwe peya bubûna, gava peya nebûna ev yek wek îlana şer dihate hesibandin.

Heger merivên nemisilman, rûniştî bûna mecbûr bûn ji ber misilmanan rabin ser piyan.

Disa ew nikarîbûn xaniyên xwe ji yên misilmanan bilindtir çêkirana. (ERYILMAZ, Bilal Osmanli Devleti’nde Millet Sistemi,Agaç Yayinlari, 1992, rup.33. )

Gava Ermeniyek bimira ji bo veşartinê gere ji şaredariyê destûr bihata stendin. Ev destûr bi zimanê dijmunahiyek wisa tûj dihate nivîsandin ku tu mirovek xwedî wîcdan ne dipejirand

Wek mînak; “we ji me re ragihandiye ku kafirê bi navê Hagop mirar bûye. Her çiqas beratê wî yê gemarî ne layîqê axa me ya piroz be jî, bona ku bihna wî ya genî ummeta Mihemed aciz neke em destûr didin ku hûn wî bikin çal(bnr.Antranik Ozanyan, weşanên Pêrî.2003)

Dîsa di sedsala 17’an de li gori zagona sultan, kesên ne misilman, dema ji malên xwe derdiketin kolanan, bona ku bên nasîn gere zengilek bi piyên xwe ve girêbidana.

Misilman gava rastî yên ne misilman dihatin, di şûna “esselamû eleykum”(silavê Xwdê li we be), gere bigota “essamû eleykum” ku wateya vê peyvê; “ezabê xwedê li ser we be” bû. (di zarokatiya min de ev cûre silav ji bo eleviyan jî dihate bikaranîn)

Bi qewlê birêz Baskin Oran, di Dewleta Osmaniyan de gelên misilman “milletê hakîme”bûn. Lê,yên ne misilman bi her awayî “milletê mehkume” bû. Di bin van şert û mercên ev qas giran de, serhildanên gelên xirîstiyan bi her hawî rewa bû.

Di sedsala 19’an de li tevahiya Dewleta Osmaniyan de bazirganî ji % 80 destê kêmnetewên nemisilman de bû. Li wanê ev rêje digihîşt ji % 98’an û hema bigre bi tevahî di destê Ermeniyan de bû  (C.J.Walker, Armenia The Survival of A Nation,New York,1980 Rûpel:138). Ev Rewş li tevahiya Kurdistanê çi kêm çi zêde wek Wanê bû, ji ber ku kurd, bazirganiyê, çandiniyê, hunerên bi destan-yên wekî koşgerî, solbendî, hesinkerî, aşvanî hvd.- Karên derî esaletê didîtin û yên ku bi van pîşeyan emel dikirin wek “reayayên bê rûmet” dihesibandin. Desthilatdariya siyasî û leşkerî (kurd bi giranî jê mehrûm bin jî) di destê misilmanan de bû, lê mixabin kapîtal ketibû bin lepên xrîstiyan û cihûyan. Ev çîna “hemdema burjuva” wek li hemû cihanê, bubû motora afirandêriya neteweperweriyê. Ji ber vê yekê gelên misilman di hêla netewîbûyînê de gelek dereng man .(bnr; La Cıtoyenneté Turque Et La Questıon Kurde Unver Unal, Unıversıté Lumıère Lyon 2 Instıtut D’études Polıtıques) .

Di sedsala 19’an de, neteweperestiya tirk a ku dijberiya kevneşopiya monarşiyê dikir, cara pêşîn di nava çîna bûrjûvaziya piçûk de (di rastiya xwe de jî pir piçûk bû û hevsarê wê di destê dewletê de bû) xwe da der. Gelê tirk bi girsehî di nava xizaniyek bê hempa de, bi çandiniyê debara xwe dikir. Lê, axa ku li ser dijiyan jî di destê arîstokrasiya ku “bi navokê bi dewletê ve girêdayî” de bû. Ji bo sazkirina çîna bûrjûvaziyek serbixwe û dorfireh, pêşengên neteweperestiya tirk çav berdabûn hebûna gelên ne misilman. Bi ya wan, “afirandina bûrjûvaziya neteweyî” bi qirkirina wan û talankirina mal û milkên wan pêkan bû û ev çîna hemdema bi nîjadkî tirk, wê pêşengiya avakirina dewletek neteweyî ya “tirk” bikira.

Xebata tunekirina “yên ne ji wan” bi padîşah Evdilhemîd destpê kir, ta talana 6-7 îlona 1955’an bi hovitiyek kes nedîtî kudand, berdewam kir. Di vê pêvajoyê de, bi taybetî, ji despêka Şerê yekemînê Cihanê heta roja îro, ewilî polîtîkaya komkujî û miştexîkirinê, bi awakî din ; “şuştina Kurdistanê ji kurdan”, lê di heman demê de asimîlasyon bûye para kurdan.

Yorumlar