8.03.2009

ÇIMA EM KURD, DIVÊ HÊVÎDAR BIN?

Mirovahiya nûjen û hemdem; mirovahiya bi qewlê Kurda; ji camêr û ji canikan pêkhatî, mirovên ku bihna mirovatiyê ji wan tê , ji berê berê de rû nedaye faşîzmê û şovenîzmê... Bi taybetî piştî Şerê duyemîn ê Cihanê, faşîzm jixwe gor bi gorî bû; mirovên xwedî wîcdan û mejî dev ji neteweperestiyê jî berdan û - her çiqas nebûn sosyalîst jî- hatin ser bîr û baweriya demokrasiyê û bûn canfedayên azadiyê... Nifşên ji pişta faşîst û neteweperestên wê demê, ji kirin û lîvbazî û nêrîn û ramanên dê û bav û kalên xwe pirî şerm kirin, riya xwe ji binî ve ji ya wan veqetandin: Ew an veguherîn bûn şoreşgerên nifşa 68’an, an bûn hippiy û xwe dan ber ba û babilîsokan û ji “Parka Hayd” ê û ya “Sultan Ehmed”ê bigirin heta çiyayên Tîbetê li seranserê Cihanê belav belavî bûn û bivî şiklî kirin xwe ji dîsîplîn û rabûn û rûniştandina faşîzmê azad bikin û şîretek li bav û kalên xwe bikin û bêjên: “- waye we girte xwe! Heta em jî wek we dibin faşîst û şovenîst û milîtarîst; emê bibin lûmpen û bohem û nihîlîst!” Rojavayê Cihanê, di rastiya xwe de ji Serdema nû(1453) bigire heta roja îro di nav liv û tevger û şoreşên bajarvanîyan de ye û tim û tim xwe diguherîne- vediguherîne û xeyni “çend sekin ên şer û faşîzmê û krîzên dem bi dem ên kapîtalîzmê” roj bi roj xwe dikişîne pêş. Ronakbîrên Ewropî û ên welatên din ên kapîtalîst ên pêşketî ev 150 sal in bona sosyalîzmê di nava liv û tevgerê de ne lê -êxbala kor- kirin nekirin biser neketin. Lê dîsa jî îro dikin civakek “bêhtir demokrat, bêhtir aşitîxwaz û hawirdorparêz û dînamîk û rêxistî” biafirînin û pêrsgirêk û derd û kulên kapîtalîzmê re bi vî hawî çareseriyan bibînin. Lê heyfa heyfan e ku, Tirkiye jî tê de, gelên Rojhilata navîn ev hezar sal in di bîr û bawerî û nirx û hêcayiyên xwe de guherînên berbiçav çênekirin û xweliya heft gundan bi ser serê xwe de kirin û mirazên bi sedan nifşan di çavên wan de hîştin û li ser erdnîgariya herî dewlemend a Cihanê jiyana herî xizan û belengaz kirin para xwe û me! Emperyalîstên bê wîcdan û bê şeref axa erdnîgariya me parçe parçe kirin û li ser her parçeyek desthilatdariyên qaşo-maşo, lawaz û bê bingeh, derewîn û neheq; lê heta tu dibêjî hov û xwînxwar, heta tu dibêjî bê wîcdan û bê merhemet anîn ser kar û kirin belayê serê gelan... Gelo çima wiha bû? Çima ev malkambaxî wekî “xeleka şeytanê kor” ketiye stuyê me û em dikin nakin xwe jê xelas nakin? Em pêşî lixwe binêrin; ka em çiqas gunehkar in? em Kurd; me çiqas xwe guherandine û veguherandine? Duh em çibûn; îro çi ne? Em Kurd ji alîkî ve gelek bi siûd in... Di civaka me de -ev sih salên dawîn ne tê de- pir guherîn çênebûne...Me, bi hezaran salan li ser heman axê bi pez û dewarên xwe bi eşîrkî, bi gelemperî koçerkî, bi çanda xwe ya qedîm jiyana xwe berdewam kiriye... Jiber vê yekê di dîroka me de tevlihevî hindik in. Bi hatina dînê Mihemed (s.e.w) çînek ji şêx û seyîdan peyda bûye. Civaka Kurd ji wan re di kuncikê odeyên xwe de cihên taybet veqetandine û ew rihspiyan li ser heft doşegan dane rûniştandin; lê dîsa jî ew ji kevneşopiya xwe ya feodal şaş nebûye û di dil û giyanê de li ser mîr û axayên xwe tu kesî nehewandiye. Ev rewş û dîmen alîkî ve wekî malxirabî dixwûyê, lê aliyê din ve mizginiya azadiyê jî bi xwe re aniye... Feodalîta me, jiber bi sedan sedaman -li hemî welatên Rojhilata Navîn ev qewimî-tu car veneguherî bûrjûvaziyek komprodor û rê neda desthilatdariyek herêmî ya hevgirtî ya kevneperest a xwedî hêz... Jiber vê yekê Kurd neketin dafêk û xefikên Baasiyan, Kemalîstan û Xumeyniyan... Îro li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn netewek berxwedêr û nûjen û hemdem û bi hêz û bi rûmet; lê bê bûrjûvazî û bê feodalîte wek çiyayên welatê xwe liser xwe ye! Ev gelê Kurd bixwe ye! Kî çi dibêje bila bibêje; ev sih salên dawîn, tevgera azadiyê ya Kurd, civaka Kurd a feodal ji binîve hecand û nifşek nû û nûjen û hemdem afirand. Werên lahzekî çavên xwe bigirin; bala xwe bidin gelên Rojhilata Navîn... Xwe bikin dewsa mirovên “bêalî” û navê gelên cînar û derûdor yeko yoko bînin hişê xwe û îmaj û sembolên têne ber çavên we bifikirin... Wek mînak;Ereb di giyan û mejiyê we de xwedî çi imaj in? Tirk? Faris? Efgan? Cihû? Kurd? Em pirsa xwe bi awayek din çêkin: Gelo gava kesek behsa “demokrasî, aşitî, şoreşgerî, mirovperverî, hawirdorparêzî, jibo nirx û hêcayîyên mirovatiyê fedakarî, qehremantî, di bîr û baweriya xwe de dilsozî, tekoşîna li dijî faşîzm û şovenîzm û nijadperestiyê” bike; navê kîjan gelî tê bîrê? Bersîva vê pirsê bê şik û şubhe; “Gelê Kurd e” Piştî bihara 68’an, li ser rûyê cihanê yekane şoreş “tevgera azadiya kurda” ye ku îro wek lehiyek bêhempa “pergalên kevnare û herifî û xilo- xwarî” yên Rojhilata navîn daye ber xwe hêdî hêdî dirûxîne... Jiber vê yekê; Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê bixwe (DYA), Ehmedînejadê kevneparêzê farisan ê neyarê DYA’yê , Malîkiyê dolarparêz ê Ereban û dost û yarê DYA’yê, Cihûyên nijadperest ê kujerê Ereban, Tayîp ê Xwedêgiravî parêzwanê Misilmanan, Germanya û Îngîlistana xaçparêz, Kurdên tirşikxwur, êdî nizanim kê û kî; tev digihîjin hevûdu, şêwra xwe dikin yek, lingên xwe dikin delingek û dikin Tevgera Azadiyê ji holê rakin... Ew baş pê dizanin ku ev tevger li nifşa 68’an neçûye jiber ku pêşeng û serok û neferên wê ne ji çîna “bûrjûwaziya niqirsisit” in ne jî ji feodalîteya doxîsist! Loma ez son dixwum dibêjim: “Xwedê agah û besîr e; jibo wan xetere mezin û nêzîk e” Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:

Fîlmekî jibîrûyî yê derheqê Kurdan de: The Last Outpost

Navê fîlmê bi Ingilîzî “ The Last Outpost” e. (Qerekola Dawîn) Fransiyan navê  “ Intelligence Service” (Servîsa Saloxgeriyê) l...