Çawayî, çawabî Azadiya Welat?

3 Kanûn 2007




Azadiya Welat; rojnameya me...Rojnameya me ya bi zimanê dayika me. Moriya ku dike bi derziyê çiya qulke û tê re here heca xwe bike... Ew heca pîroz ku rêya wê bi kêlikên bi mîlyonan kurdên miraz di çavan de mayi ve hatiye nexişandin.



Azadiya Welat li peyî Quranê berhema herî pîroz a kurda ye; ji ber ku berê di nav kurdan de zarokên biçûk piştî xitimkirina Qurana Pîroz dest bi hindekariya Nûbihara Biçûkan dikirin da ku ew baş hînî zimanê xwe bibin û bizanibin ku Kurmancî jî yek ji wan zimanên xwendin û nivîsandinê ye...



Bi ya min Nûbihara Ehmedê Xanî , ji ferhengokekê bêhtir mifteya deriyê zanist û şoreşgeriyê ye . Tê de navên peyvan ên wer hene ku di roja îro de- ne tenê misilman- tevahiya mirovahiyê negihîştiye asta bi aşkeretî bilêvkirin û nivîsandina wan...



Ez dikarim bi awayek sergirtî ji we re tenê vêya bibêjim ku; di Nûbihara me ya 300 salî de navên gelêrî yên aza yên namahrem ên mêr û jinan bi Kurmancî û bi Erebî bi aşkeretî hatine nivîsandin... De ka îcar Azadiya Welat û wê bidin ber hev:



1) Mabesta herduyan jî li bazara zimanên cihanê parastin, pêşve birin û serbilindkirina zimanê Kurdî ye. Lê bazar li herdûyan jî kesat e.



2) Armanca nivîsandina Nûbihara Biçûkan , bi ya min, ne ji bo ji holê rakirina kêmasiya ferhenga Kurdî- Erebî bû; lê ji bo rê li ber vekirina nêrînek zanistî û li ber tirkî û erebî û farisiya serdest îsbatkirina hêz û hebûna kurdî ya stûxwar bû ...



Azadiya Welat a me jî -dîsa bi ya min- ji ber sedemên aborî û kadroyî û astengiyên cûrbecûr vê peywira psîkolojîk tenê dikare bîne cih û xwendevanên kurd wê ji rojnameyê bêhtir bo pêşvebirin û hindekariya ziman wê wekî berhem û amûrek bikêr dipejirînin.



3) Ferhengên xelkê yên wê demê, wek “kamûs” dihatin binavkirin û bi hezaran rûpelên destnivîskî yên di “nav qapaxên ji çermê xezalan çêkirî û bi wereqên(pel) zêrîn nexişandî” de dihatin tomarkirin. Ew hêj nedigihîştin ber destê şagirt û xwendevan û xwendekaran, bi destê nivîskarên wan ewilî ji sultan û padîşhan re diçûn û “bi kîsikên bi zêr û zîvan tijekirî ” dihatin xelatkirin û dû re derdiketin bazarê... Lê mala minê, Nûbihara me ya şermok navê “kamûs”ê bidin alîkî xwe wek ferheng jî binav nekiriye û bi sih çil rûpelên xwe yên ji hevîrê sêyemîn û bi qapaxa xwe ya ji pelê sîrê, berê xwe daye Kurdistanê û cara pêşî ketiye ber destê ew zarokên kurmancan ên “çav reş belek û tebîet melekan; têrnebûyî ji nanê garis û pîvazan”...



“Rojname ya me ya Azadiya welat a tabloit” û yên Aydin Dogan bidin ber hev, dê hûn ê çêtir fam bikin; ka “Nûbihar” çi ye, “kamûs” çi ye...



4) Di zarokatiya min de me çi dibistan bû çi mekteb û medrese bû... Em bûn, Kelamê Qedîm û Nûbihara biçûkan û Mewlûd û Nehcul Enam bûn... Me pêşî Kelamê xwedê xitim dikir û li pey wî dest bi hindekariya Nûbiharê dikir. Bê şik Nûbihar li dû Quranê dihat û me carinan ji muzuriyê be jî( ji ber ku, wekî me li jor jî gotibû, tê de tiştên ecêb û rengîn hebûn) lez dida xitma xwe û dikir zûtirkî xwe bigihînin Nûbiharê... Di vir de cudahiya Azadiya Welat û Nûbiharê derdikeve pêş û divê ez çend rexne û pêşniyaran li Azadiya Welat a me kim...



Cara pêşî çend peyv li ser rastiya Kurdî û Kurdan: Belê kurd ev 80 sal e bê zar û bê ziman in....Belê gelekî ji wan ji xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bêpar in. Belê di welat de şerekî hov û dermirovahî berdewam e Lê Kurd hê li ser xwe ne û bi can û bi jiyan in. Ew zarok in; xort û ezeb in; kal û pîr in; karker in; xwendekar in; karsaz in; dixwun, vedixwun, dikirin, difiroşin, li bersîva pirsan û li çareserya derdan digerin, xwedî dil in; dilê wan dikeve hevûdu, dizewicin, hevdû berdidin, nexweş dikevin, bê kar û bê şixul dimînin, carnan pere bi dest dikeve nizanin çi bikin, nexweş dikevin nizanin li derman û nexweşxaneyan bigerin... Xanî di ser wan de hilwedişe nizanin çi bikin... Ew ji gund û bajarên xwe dûr ketine meraqa meriv û lawir û dar û ber û kanî û zozanên li dû xwe hîştine dikin... Bi kurtasî qada jiyanê heta tu dibê berfireh e. hest û raman û zanist û ol û felsefe û huner û şer û evîn û aborî tev bi hev re rastiyên jiyanê ne û divê Azadiya Welat derheqê van hemiyan de xwedî nêrîn û gotin be... Lê hezar mixabin, çapemeniya Kurd, Azadiya Welat jî tê de, heta niha bi gelemperî bala xwe daye mijarên têkildarî sedem û encamên şer; û dike nake xwe ji vê çarçoveyê xelas nake.



Di vî warî de mirov dikare gelek pêşniyaran bike, lê ez bi yekê tenê dimînim; ez bim rûpela “forûm”ê dikim yek û di rûpela din de “îlanên xwendevanan ên kin” bê pere diweşînim... Xwendevan çi difroşin, li çi, li kî û kê digerin, çi di dilên xwe de dihewînin bikaribin binivîsin. Kesên di nivîsê de qels, gere bikaribin îlanên xwe bi telefonê ragihînin.



Ez bi we re şert digirim, du meh şûnde wê tîraja Azadiya Welat herîkêm 2-3 hezar zêdetir be.



Ger hûn guh nadin min li Nûbihara Ehmedê Xanî mêze bikin. Teqez hûn ê bibînin ku; “çi di mejî û jiyana mirovên wê demê de hebe di Nûbiharê de jî heye.”



                                                                                                              Mamoste Marûf

Yorumlar